‘Em ê serî li hember gefên we natewînin’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bertek nîşanî êrişa nîjadperestî ya li hemberî Amedsporê da.

Platformê bi sernavê, “Em ê serî li hember gefên we natewînin” li Kolana Huner daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mûrat Ozçîçek ve hat xwendin.

Ozçîçek êrişa nîjadperestî şermezar kir û got: “Li gel ku li holê bû wê êrişekî bi vî rengî pêk were jî tedbîrên pêwîst nehatin girtin.”

Ozçîçek, anî ziman ku di maça Amedsporê de pankarta di lîstigehê da hate hildan li dijî hemû kurdan peyama “emê we bikujin”bû û got: “Ne pêkane ku ev pankart bêyî kontrola polîsan derbasî hundir bibin.

Ev rewş nîşan dide ku pankartên faşîst û şovenîst bi awayekî plankirî hatine vekirin.

Bila faşîzim bizane ku; wê tu kes li hemberî gefên xwe serî netewîne û bêdeng nemîne.”

Back to top button