LI REQQAYÊ HILMIJA AVDANÊ YA BAJÊR SERERAST DIBE

Rêxistina Înma bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina dînemo ya avdanê ya bajarokê Reqa Sumra û Himêrat li rojhilatê gundewarên Reqayê kir.

Ev dînemo zêdetirî 50 hezar donim zeviyên çandiniyê av dide.

Ev dînemo avê li sê depoyan belav dike.

Her 3 depo bi rêya boriyan di bin erdê re avê li zeviyan belav dike.

Piştî bidawîkirina xebatan li gorî şertên ku rêxistina Îma bi meclisê re li hev kirine dê dînemoyan radestî Komîteya Çandiniyê bike.

Werşeyên kar niha toreyên kehrebeyê û tabloyên kontrolkirinê ji bo naskirina pirsgirêkên torbînan û çêkirina wan, sererast dikin.

Piştre dê depoyan paqij bikin.

Endezyarê xebatê Salih Hemîd têkildarî mijarê axivî û teqez kir ku di mehek û nîv de dê xebatên sererastkirinê bi dawî bibin.

Leave a Reply

Back to top button