NY: Rewşa li Lîbyayê hetîketî ye

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres rewşa li Lîbya weke rewşek hetikî bi nav kir.

Guterres aliyên ku ji bo Lîbya li Berlînê civiyan, rexne kir û destnîşan kir ku ew alî negihîştin lihevkirinekê.

Guterres ragihand ku, gelek dewletan teqez kir ew ê çekan neşînin Lîbyayê û di şerê Lîbyayê de nebin alî, lê tiştê ku tê kirin berovajî vê lihevkirinê ye û hemû aliyan biryarên Konseya Ewlekariyê binpê dikin.

António Guterres hewldanên Nûnerê NY ji bo Lîbyayê Xesen Selama weke hewldanên baş diyar kir.

Tê payîn ku ji bo rewestandina şerê Lîbya, wê her du aliyên Lîbî li Cinêvê li hev bicivin.

Şerê li Lîbyayê
Jimara çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê, gihaşt 4 hezar û 700 çeteyî

Duh jî, Çavdêriya Sûrî ragihand ku hejmara çeteyên dewleta Tirk ên derbasî Lîbyayê bûne, gihiştiye 4 hezar û 700 çeteyî.

Çavdêriyê da zanîn jî, ku ji wan 80 çete di şerên li Terablusê de hatine kuştin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî, teqez kir ku bi sedan çeteyên Nusrayê ji bo Lîbyayê tên veguhestin, wiha jî şerê li Lîbyayê gur dibe.

Back to top button