YSK: ÎTIRAZA HDP’Ê YA JI BO MÛŞ Û MALAZGIRÊ RED KIR

Desteya Hilbijartinê ya Bajêr serlêdanên HDP’ê yên ji bo ji nûve hejmartina dengan li navenda bajarê Mûşê û navçeya Malazgitr ku bi 3 deng şaredarî winda kir, red kir.
Îtîrazên HDP’ê yên ji bo Bedlîs û Tetwanê jî hate redkirin.
Hevşaredarên Qersê yên HDP’ê bang li gelê Qersê kirin ku xwedî li vîna xwe derkevin.

Li tirkiyê hilbijartina Herêmî di 31’ê Adarê de pêk hat.

Lê tevî ku ev 6 roj derbas bûn jî hîna encamên fermî ne hatine eşkerekirin.

Wisan xuyaye ku Desteya Bilind a Hilbijartinê ji ber tirsa ji hikumeta AKP’ê nikare encaman ragihîne.

Ev yek bi taybetî ji pejirandina hemu itirazên AKP’ê yên di hilbijartinê de xuya dike.

Lê tevî vê yekê, heta niha Desteya Bilind a Hilbijartinê ti itirazên HDP’ê ne pejirandiye.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê li Mûşê tifaqa Cûmhûr 15 hezar û 919 deng, HDP’ê jî 15 hezar û 381 deng wergirt.

Li 103 sindoqan 2 hezar û 500 deng hatin betal kirin.

Piraniya dengên hatine betalkirin yên HDP’ê bûn û piştî ku Desteya Hilbiajrtinê ya Navçeya Navendî red kir, HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da û serlêdan hate red kirin.

HDP piştî vê biryarê wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.

Bi heman şêweyî li gorî encamên ne fermî HDP’ê li navçeya Malazgirt a Mûşê 3 hezar û 638 deng û AKP’ê jî 3 hezar 641 deng wergirt.

Li navçeyê 9 hezar û 591 hilbijêran deng da û 432 deng hatin betal kirin.

ÎTRAZÊN HDP’Ê YÊN JI BO BEDLÎS Û TETWANÊ HATIN REDKIRIN

Îtîraza HDP’ê ya ji bo hejmartina 2 hezar û 276 dengên hatin betal kirin û lêkolînkirina ferqa 275 denga a li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve jî hate redkirin.

Tê payîn ku HDP piştî van îtîrazan serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bide.

HEVSEROKÊN ŞAREDARIYA QERS’Ê BANGA XWEDÎDERKETINA LI VÎNA XWE KIR

Piştî ku MHP’ê serlêdan kir ku hilbijartina Qersê were betalkirin, Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca li avahiya Rêxistinê ya Bajêr a HDP’ê daxuayniya çapemeniyê da.

Hervşaredaran diyar kirin ku bi alîkariya Desteya Hilbijartinê ya Bilind bi zextên AKP’ê dixwaze dest dîne li ser vîna gel.

Hevşaredaran di daxuyaniya xwe de ev bang kirin;

”Em bang li hemû gelê Qersê dikin.

Li bajarê xwe, dengê xwe, vîna xwe û li demokrasiyê xwedî derkevin.”

Leave a Reply

Back to top button