Corona: Rêjeya pêketiyan li Ewropayê zêde dibe

Corona hîna bi dawî nebûye û li Ewropayê rêjeya pêketiyên nû zêde dibe. Li gorî pisporan, sedema vê yekê ew e ku beşek mezin ji welatiyan hê jî derziyên li dijî vîrûsê lixwe nedane. Ji ber vê hin welat wê careke din rêkarên dijwar bisepînin. 

Li Awusturyayê ji ber zêdebûna pêketiyên Corona, hikumetê şevê din destpêkirina pêvajoyeke nû ragihand.

Li gorî vê,

Derdora 2 milyon kesên ku heta niha derzî lixwe nedane, wê nikaribin ji malên xwe derkevin.

Qedexeya derketinê weke gava pêşî, wê heta 10 rojan dewam bike.

Li Almanyayê jî piştî demeke dirêj, hejmara pêketiyên nû yên Coronayê zêde dibe.

Li gorî daneyên saziyên pêwendîdar, beriya 3 rojan bêtirî 50 hezar kes bi vîrûsê ketin.

Serokwezîra welat Angela Merkel hişyar kir ku rojên giran li pêşiya wan in û bang li herkesî kir ku derziyê lixwe bidin.

Mîna, Awusturya, qedexeya derketina ya ji bo kesên derzî lixwe nedane, di rojeva hikumeta Alman de ye jî.

Back to top button