Dayika Fatima Tatli Keça wê di destê Tirkiye, birayê wê destê PDK’ê de ye

Keçeke wê, di 26 Tîrmehê de bi birîndarî dikeve destê dewleta Tikr û di heman rojê de kurek jî rastî êrîşa hêzên PDK’ê tê.. Em behsa Dayika Fatima Tatli dikin.. Ev dayîka gerîlayan bangê li PDK’ê kir dike ku çarenûsa kurê wê zelal bikin. Siyasetmedarê Kurd Dr.Mehmud Osman jî da zanîn divê PDK bersiva peyama HPG’ê ya eşkerekirina çarenûsa her sê gerîlayan bide.

Nerazîbûnên li dijî kiriyarên dermirovî yên dewleta Tirk û hevkarîya PDK’ê dewam dike.

26’ê Tîrmehê li nêzî gundê Bêxme yê devera Xelîfan hêzên PDK’ê êrîşî komek gerîla ku ji 3 kesan pêk tê û diçûn cihê xwe kirin.

Piştî êrîşê HPG’ê daxuyanî da û destnîşan kir ku li herêma behsa mijarê hevalên wan rastî êrîşê hatine û agahî ji wan nayê girtin.

HPG’ê bi daxuyaniyek din jî bang li PDK’ê kiribû ku derbarê mijarê de agahî û daxuyanî bide.

Lê heta niha jî PDK’ê tu bersiv nedane.

Dayika Fatima Tatli,Têkildraî mijarê axivî û anî ziman

“Yên ji xwe re dibêjin ‘Em Kurdin’, birayê min Gerîla Wargeş Çavreş dan windakirin. Ev çend roje em bang PDK’ê dikin da ku aqubeta birayê min eşkere bike. Ser vê rewşê niha agahî ji min re hat keça min jî bi birîndarî dîl ketiyê destê dewleta tirk û wê avîtine girtîgehê Tirkiyê.

Dayîkê bang li PDK’ê kir ku rewşa 3 gerîla ku biryê wî jî di nav de ye eşkere bike.

Dr.Mehmud Osman: Divê PDK çarenûsa gerîlayên li xelîfanê eşkere bike

Siyasetmedar Dr.Mehmud Osman jî axivî got ” Divê PDK û PKK’ê çarenûsa wan her sê gerîlan eşkere bike.

Her dû aliyan jî gelek caran gotine ew li dijî şerê navxweyî ne.”

Siyasetmedarê kurd eşker e kir divê PDK’ê û PKK’ê rê nedin pilanên Tirkiya bi serbikevin.

Bila gelê Kurd destê xwe bixin qirka dagirkeran

Helbestvanê Yarsan Kusarî Hawarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û armancên dewleta Tirk ji van kiriyarên dermirovî diyar kir.

Dewleta Tirk niha dixwaze wan cihên ku berê di jêr dagirkeriya Osmaniyan de bûn, carek din wan cihan dagir bike.”

Herî dawî Hawarî da zanîn divê welatiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek, rabin û destê xwe têxin qirka dagirkeran de.

Back to top button