Binpêkirinên li dijî Zarokan Unicef: Ji ber şerê li cîhanê 100 hezar binpêkirin pêk hatin

UNISIF’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şerê li tevahî cîhanê li dijî zarokan 240 hezar binpêkirin pêk hatiye û ev li gorî 9 salên berê du qat zêde bûye.

UNICEF’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser zarokên ku li tevahiya cîhanê ji ber aloziyan zexmetiyan dikşînin û rastî binpêkirinan tên.

UNICEF’ê di daxuyaniya xwe de der barê pêkirinan de ev danê rêz kir:

Ji sala sala 2010’an ve 170 hezar binpêkirin pêk hatiye û bi vê yekê, di rojekê de 45 binpêkirin rû daye.

Ev binpêkirin bi riya kuştin, revandin, îşkence, êrîşên li dijî dibistan û nexweşxane, şandina leşkeriyê û ji alîkariyan bê par hiştin pêk hatiye.

Di sala 2018’an de, 240 hezar binpêkirin pêk hatiye û li gorî sala 2010’an du qat zêde bûye.

Di şerê 2018’an de 12 hezar zarok hatin kuştin û astengdar bûn û ev binpêkirin hata sala 2019’an dewam kir.

Rêveberê UNICEF’ê Henrietta Four destnîşankir ku gelek binpêkirinên li zarokan pêk hatine jî nehatiye belgekirin.

Save the Children jî meha Sibatê raporek li ser zarokan û şerê çekdarî belavkiribû û eşkere kiribû ku di sala 2017’an de nêzî 420 milyon zarok li herêmên ku şer lê rû dide, dijîn.

Leave a Reply

Back to top button