QSD’ê bi armanca nîqaşkirina êrişên Tirkiyê û planên wê yên li dijî herêmê bi rûspiyên êlên Ereb û Kurd û rewşenbîran re dicive.
Komxebat di bin slogana ”Şêx û rûspî soz didin QSD’ê ku li hember kiryarên dijmantiyê û guhertina demografiyê ku raberî pêkhateyên herêmê têne kirin bi yek rêziyê dê berevaniyê bikin” pêk tê.
Komxebat li hola Zana ya li Qamişlo ye û bi sedan şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb û Rewşenbîrên kantona Qamişlo û oldar têde hazir in.
Li wir wê endama Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Bêrîtan Mihemed rewşa siyasî binirxîne û dê beşdarên komxebatê geşedanên dawîn ên li herêmê gotubêj bikin.
Her wiha tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bidawî bibe.