HPG: 8 gerîla bi çekên kîmyewî hatin şehîd xistin

Navenda Ragihandina HPG’ê ragihan ku li Zapê 8 gerîla bi çekên Kîmyewî şehîd bûn.

HPG’ê diyar kir ku dewleta dagirker li Çiyayêreş yê li herêma Zapê li hemberê berxwedaniya gerîla têk çûye û got:

Artêşa dagirker ji bo ku pêşî li têkçûna xwe bigre li dijî koma gerîla çekên kîmyasal bikaranî.

Di encama vê êrişa dermirovî rêheval Rohat, Şevîn, Şerda, Xemgîn, Zilan, Deniz, Demhat ve Sema şehîd bûn.

4 ji van şehîdan ji Rojavayê Kurdistanê ne û navên wan wiha ne:

Sîmav Hesen bi nasnava Zîlan Besê, Evîn Şêxo bi nasnav Sema Agirîn ji Hesekê û

Naila Mezeh bi nasnav Denîz Reş û Bekrî Derwî bi nasnav Demhat Derwîş ji Kobanê ne.

HPG’ê soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin û Zapê ji dagirkerina re bikin goristan.

Back to top button