Dadgeha Tûnisê ji ber çete şandiye Sûriyê El Erîd girt

Dadgeha Tûnisê ji ber çete ji welat şandiye Sûriyê, biryar da ku serokwezîrê berê û berpirsê payebilind ê tevgera El Nehda Elî El Erîd bê girtin.

Li gorî ajansa Reutersê, parêzerên El Erîd got,

Dadgerekî tunisî piştî çend saetan ji lêpirsînê biryar da ku serokwezîrê berê û berpirsê payebilind ê Partiya Nehdayê Elî El Erîd ku guman hene hin ciwan ji bo şerkirinê şandine Sûriyê, bigre.

Dadgerê lêpirsînkirina karên terorê li dijî serokê berê yê hikumetê El Erîd biryara girtinê daye.

Parêzerê El Erîd, ev agahî ji Reutersê re tişt piştrast kir.

Serdozgeriya Giştî ya Têkoşîna li dijî Terorê ya Tunisê di 21`ê Îlonê de dest bi lêpirsînkirina bersûcên doza şandina tunisiyan bo Sûriyê kiribû.

Back to top button