Li parêzgeha Diyale ya Iraqê şerek rû da

Li Parêzgeha Diyale ya Iraqê şer di navbera koma çekdarên nenas û şêniyên deverê de çêbû.
Di encama şer de 8 kes hatin kuştin 3 jî birîndar bûn. 

Şeva borî hejmarek çekdarên nenas êrişî gundê Elbûbalî yê navçeya Xelsî yê parêzgeha Diyale ya Iraqê kirin.

Berpirsê Ragihandina Polîsên Parêzgeha Diyale Nîhad Mihemed ragihand ku şer di navbera koma çekdar û şêniyên gund de çêbû.

Di encama şer de 8 kes hatin kuştin 3 jî birndar bûn

Nîhad Mihemed da zanîn ku di encam şer de 8 kes hatin kuştin, 3 ji birîndar bûne û got:

“Hêzên me gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.”

Nîhad Mihemedn diyar kir ku heta niha ew nizanin ku koma çekdar çeteyên DAIŞ’ê ne yan jî komek dine.

Back to top button