Delegasyoneke Navneteweyî li dijî tecrîdê hate Tirkiyê

Şandeya Delegasyona navneteweyî ku ji 36 kesên ji 7 welatên cuda pêk tên, serdana Tirkiyê kirin û bi parêzerên Ocalan re civiyan.

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cuda hene, hatin Tirkiyê.

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike.

Delegasyona Navneteweyî bi parêzerên Rêber Apo re civiyan

12 kesên ku di şandeyê de cih digirin, serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan in kirin.

Her wiha şandeya Navneteweyî li Amedê bi malbata Rêber Apo,Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re jî rûnişt.

Back to top button