Lêkolînerê Machael Rubin: Barzanî sedema komkujiya Şengalê ye

Lêkolîner û Berdevkê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê yê Iraq-Îranê Michael Rubin têkildarî komkujiya li Şengalê gotarek nivîsî û tê de got: “Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û kurê wî yê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî sedemên sereke ên komkujiyê ne. Wan çek ji Daiş’ê re hiştin.

Lêkolîner û Berdevkê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê yê Iraq-Îranê Michael Rubin têkildarî komkujiya li Şengalê gotarek nivîsî.

Gotara ku li malpera Washington Examiner hate weşandin de qale têkiliya Mesrûr Berzanî û bavê wî Mesûd Barzanî ya li gel DAIŞ’ê û berpirsiyariya wan a di qirkirina Êzidiyan de dike.

Rubin diyar dike ku Mesrûr Barzanî xwe weke parêzvanê kêmeneteweyan li Başûrê Kurdistanê dide nasîn, lê rastî ne wisa ye.

Rubin qala qirkirina civaka êzidî û rola Mesrûr û Mesûd Barzanî ya tê dike û dibêje:

“Yên rê dan qirkirina Êzidiyan, durûtiya Mesrûr û hem jî bavê wî Mesûd Berzanî bû.

Mesûd ji bo rikberên xwe yên li Bexdayê lawaz bike, çek firotin DAIŞ’ê.

Ne li bendê bû ku li Kurdistanê vegere.

Dibe ku zêdebûna DAIŞ’ê Rojavayî şoq kiribin, lê Êzidî şoq nekirin.

Mesrûr ji bo gundên Êzidiyan bi hêz nebin, yan jî nikaribin xwe biparêzin, daxwaza biçekirinê ya Êzdiyan qebûl nekir.

Dema Dewleta Îslamê dest danî ser gundên Êzidiyan, hêzên Mesrûr ne tenê reviyan, piraniya çekên ji şerê Daiş’ê jî berê wê dan aliyekî din.”

Her wiha Rubin di gotara xwe de balê dikişîne ser siyaseta Barzanî ya ji bo êzidiyên dixwazin vegerin Şengalê jî û vê yekê dibêje:

“Barzanî ji bo avakirina gundên êzidiyan ên li Şengalê pere kom dike.

Lê li aliyê din ji bo yên serî li ber serweriya siyasî ya Barzaniyan natewîne vegera wan asteng dike û rê nade ku rehet bigerin. Bi dewleta Tirk re tevdigere.”

Lêkoler Michael Rubin îşaret bi tirsa ku Barzaniyan li her cihê dane avakirin jî dike û dibêje: “Nadiya Mûrad a ji destê Daiş’ê hatibû xilaskirin û xelata aştiyê wergirtibû, ji ber gefên Mesrûr Barzanî û birayê wî Weysî Barzanî nikare biaxive.”

Back to top button