Piştî 72 seatên radestkirinê qediyan, Artêşa Etyopî operasyonek dest pê kir

Li Tîgrayê piştî 72 seatên radestkirinê bi dawî bûn, Artêşa Etyopyayê oprasyoneke leşkerî dibe ser herêmê.

Tevî ku gelek ji Hêzên Tîgrayê xwe radest kirine jî, Serokwezîrê Etyopyayê Abê Ehmed ragihand ku artêşa welat operasyoneke leşkerî ya dawî li dijî Hêzên Rizgarkirina Tîgrayê li Muqlî dest pê kir.

Ehmed bang li hêz û xelkên Muqlî kir ku çekên xwe radest bikin û dûrî cihên şer bin, da zerer li wan, saziyên olî û kevneşopên dîrokî nebin.

Ji ber hikumeta Etyopyayê hilbijartinên herêma Tîgrayê red kirin, ji destpêka mehê de şer di navbera wan de li dar e.

Back to top button