Meclisa Jin a PYD′ê ragihand ku qonaxa 4′an a çalakiyên xwe yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dest pê kirine û bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin dirûşmeya “Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî” pêngava xwe ya 4’mîn a derbarê rawestandina kuştina jinan bi daxuyaniyekê ragihand.
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîdem Elî ve hat xwendin û hate gotin:
Dîrok şahîdê hêz û mezinahiya jinê bû ku qidreta wê ya ku ji mirinê jiyanê ava dike û xwediya hemû taybetmendiyên hezkirin, edalet û mirovahiyê ye.
Lê ev yek dirêj nebû, ji ber ku zihniyeta paşverû li dijî jinê şer kir maf û qanûnên wê dizîn.
Ji bo têkbirina hêza wê tevahiya awayên tundiyê li dijî wê pêk anîn.
Di berdewamiya daxuyniyê de hate gotin, têkoşîna dîrokî li dijî zêhniyeta baviksalarî berdewam e û gihîştiye lutkeya xwe.
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk di dawiyê de daxwaz ji rêxistinên hiqûqî, saziyên femînist û civaka navdewletî kir ku li dijî sûcên kurştina jinan erka xwe bi cih bîne.
Bernameya pêngavê wiha ye;
Li dar xistina semînerên diyalogê li kantonan.
Li dar xistina forumek diyalogê li herêma Cizîr û Efrînê.
Çêkirina hevdîtinên medyayî û nivîsandina gotaran derbarê diyardeya tundiya li ser jinan.
Serdana jinên ku tundî li dijî wan pêk hatiye.