Înfazkirina 3 Karmendên Tendûristiyê Komîteya Tenduristiyê ya Minbic’ê şermezar kir

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û gundewarên wê qetilkirina 3 karmendên tendûristiyê yê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve şermezar kir.
Komîteyê bang li civaka navnetewî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk û van sûcên şer rawestîne.

Daxuyaniya komîteya Tenduristiyê ji aliyê endamê komîteyê Mehmûd Amir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên faşîzan û dagirker ên dewleta Tirk, înfazkirina karmendên tendûrisiyê û bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Endamê Komîteyê Amîr got, “Kiryarên ku li pêşberî çavên civaka navdewletî têne pêk anîn, tên wateya qirkirinên etnîkî li dijî Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmenan. Bi her awayî em ê li ber xwe bidin, canê xwe di oxira parastina xaka xwe û gelê xwe de bidin.”

Her weha bang li civaka navnetewî kirin ku ji bo pêşî li êrîşên dagirker û qirkirinên dewleta Tirk û çeteyên bê girtin û berpisyariyên xwe bi cîh bînin.

Leave a Reply

Back to top button