Xebat Andok: Li dijî qirkirinê berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milê jin û ciwanan

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê axivî ku li dijî Rêber Apo hate kirin û bal kişand ser berpirsyariya jin û ciwanan a di vê demê de.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok derbarê destpêkirina komploya navnetewî de ji ajansa ANF re axivî

Xebat Andok diyar kir ku di nava 25 salan de li dijî komployê têkoşîneke mezin hate kirin û şehîdên ku li dijî komploya navneteweyî canê xwe feda kirin bi hurmet û minetdarî bi bîr anî.

Xebat Andok ragihand ku di vê demê de rol û wezîfeyên gelekî girîng dikevin ser milê jin û ciwanan û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir: “Ev komplo ji bo tunekirina Rêberê me, gelê Kurd û tevgear me 25 sal in berdewam e.

Xebat Andok: Yên herî zêde li dijî komployê li ber xwe dan jin û ciwan bûn

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok di dawiyê de ev tişt anîn ziman:

“Bêguman di nava van 25 salan de yên ku herî zêde li dijî komployê li ber xwe dan, ji bo Rêbertî bûn mertal û ji bo serketina berxwedanê têkoşîna herî xurt meşandin jin û ciwan bûn.

Ev yek jî di xeta Rêber Apo, di nava têkoşîna Rêber Apo de dîtin. Hem jinan hem jî ciwanan dîtin ku Rêbertî ji bo wan dixebite, ji bo wan nefesê digire, ji bo wan têdikoşe.

Besê Erzîncan: Armanc ji komployê têkbirina hêviyên azadiyê yên jin û gelan bû

Back to top button