Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed derbarê vê yekê de got:”Divê eşîrên li herêmên dagirkirî li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hildin.”
Hezai Mihemed diyar kir ku şêniyên resen tên revandin, talankirin da ku ji herêmê werin koçberkirin û got :
“Revandina rûspiyê eşîrê ji bo tevahiya eşîrê neheqî ye..
Sûcên dewleta Tirk ne tenê li dijî zilam û rûspiyan e..
Lê belê li dijî jinan e jî ku êdî jinan direvînin.
Ev yek jî li herêmên me tiştekî biyanî û ne di cih de ye û ne li gor kevneşopî û adetên me ne.”
Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya qirêj a revandina jinan dimeşîne û ev got :
Divê eşîrên li herêmên dagirkirî li hember artêşa Tirk serî hildin ..