Xalîde Engîzek di salvegera 3. a şehadeta Şehîd Qasim Engîn de ew bi bîr anî

Xalîde Engizek-Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bi bîr anî ku 27’ê Gulana 2020’î şehîd bû û got, “Hevalê Qasim şoreşgerekî mezin bû ku şûna wî nayê dagirtin. Di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand.”.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn 27’ê Gulana 2020’î şehîd bû.

Bi rast hatina salvegeRa Şehata Şehîd Qasim, Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek ji ajansa ANF’ê re axivî.

Xalîde Engîzek di salvegera 3’yemîn a şehadeta şehîd Qasim Engîn de ew bi bîr anî û wiha got:

“Partiya me PKK weke partiyeke şehîdan bi rê ket.

Em di xeta şehîdên xwe de li rastiya partiya xwe xwedî derdikevin û têdikoşin

Hevalê Qasim hevalekî welê bû ku hîn ji zarokatiyê ve dilsozê nirxên welatparêziyê û xaka xwe bû.”

Engîzek destnîşan kir ku Qasim Engîn li cihên herî zehmet di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand.

Xalîde Engîze destnîşan kir ku hevrê Qasim Engîn rastiya Rêberî û têkoşînê fêhm kiribû lewma di xwe de kesayeta Apocî dabû avakirin.

Her wiha Engîzek da diyar kirin ku şehîd Qasim Engîn di zanistiya dîrokê de jî xwedî agahî û koraniyekî bû.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek di dawî de diyar kir ku şehadeta hevalê Qasim ji bo me berdêleke têkoşînê ye û got:

Ji bo me zehmet e ku şûna wî dagirin.

Lê belê weke hevrêyên hevalê Qasim em ê li her kêliya têkoşînê xwedî li bîranîna wî derkevin.

Back to top button