Ciwanên Şengalê: Heta biryar neyê rawestandin em ê çalakiyan bidomînin

Derbarê biryara davekirinê ya ji aliyê Dadgeha Musilê derheqê 4 ciwanên Êzidî, ciwanên Şengalê nerazbîbûn nîşan dan û gotin ku heta ev biryar neyê rawestandin wê di nava xwepêşandanan de bin.
Saziyên Êzidî yên Ewropayê jî diyar kirin ku ti têkiliya van ciwanan bi wê bûyera rûdayî re nîne û bang kir ku biryara bidarvekirinê were betalkirin.

Derbarê biryara darvekirinê ya 4 ciwanên Êzidî ku ji bo kuştina 2 ciwanên Ereb di sala 2020’an de tên tawanbarkirin, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî daxuyaniyeke nerazîbûnê da.

Ciwanan biryara darvekirinê şermezar kir û gotin ku heta ev biryar tê rawestandin, wê di nava xwepêşandanan de bin.

Saziyên Êzidî yên Ewropayê banga betalkirina biryarê kirinş

Derbarê heman mijarê Saziyên Êzidî yên Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî da.

Saziyên Êzidî yên Ewropa biryara darvekirina ciwanên Êzidî şermezar kir û diyar kir ku biyara darvekirinê biryarek sîyasî ye.

Hat gotin jî ku ti suc û têkiliya van ciwanan bi wê bûyera rûdayî re tineya û bang hat kirin ku divê biryara bidarvekirinê were betalkirin.

Saziyên Êzidî yên Ewropayê bang li hikûmeta Iraqê, civaka navnetewî û hemû welatên xwedî bandor kir ku di vê rewşa taybetî de dad û parastina hûrgelan misoger bikin.

Back to top button