HPG: Gelek dagirker hatin kuştin 2 helîkopter hatin derb kirin

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev ve êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li ser qadên Metîna, Avaşîn û Zapê yên gerîla bê navber dewam dike.
Gerîlayên HPG’ê jî bersivên tund dan êrîşan û derbên giran li leşkerên Tirk xistin.
HPG’ê diyar kir ku di encama berxwedana gerîlayan de gelek dagirker hatin kuştin û 2 helîkopter jî hatin derbkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê ji duh bi şev de tevgera dagirkirinê daye destpêkirin. Ev êrîşên wan careke din li berxwedaneke mezin a gerîla rast hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro derbarê êrîşan û berxwedana gerîla de daxuyaniyek niviskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku deweta Tirk ya mêtinger 23’yê Nîsanê li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Qadên Parastinê yên Medyayê tevgereke berfireh a dagirkirinê dane destpêkirin û da zanîn li dijî êrîşan hêzên gerîla berxwedaneke dîrokî kirine û derbên giran li dagirkeran dane.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“Êvara 23’yê Nîsanê artêşa Tirk ya dagirker Girê Zendûra da ber obûsan. Girê Zendûra, Derarê û qada Koordîneyê ji hêla balafirên şer û helîkoptêrên Kobra ve hate bombebarankirin. Artêşa dagirker xwest ku bi helîkoptêrên Skorsky leşkeran li Girê Zendûra û Derarê deyne. Hêzên me li helîkopteran xistin û helîkoptêr neçar man ji qadê dûr bikevin. Sibeha 24’ê Nîsanê arteşa dagirker piştî ku êrîşa hewayî ya ser Girê Zendûra leşker li qadê danî.”

HPG’ê diyar kir qereqolên artêşa Tirk ya dagirker ên li ser sînor jî bi obûs û hawanan Girê Zendûra û qada Derarê bombebarakirin. Hate diyar kirin li dijî van êrîşan gerîla berxwedaneke mezin kiriye û ti windahîyên gerîla çênebûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Êvara 23’yê nîsanê qada Qartaş, Geliyê Basya, Geliyê Avaşîn, Tepê Sor, Mamreşo, Merwanos, Arîs-Faris, Şûkê û qada Dola Konferansê yên herêma Avaşînê ji aliyê balafirên şer hatin bombebarankirin.

HPG’ê got,

“Saet derdora 21:00’an piştî bombebaranê artêşa dagirker leşker danîn qada Memreşo. Hêzên me yên gerîla li 2 helîkoptêrên Skorsy ku hewl didan leşkeran deynin qadê xistin. Skorsky yên ku derb xwarin ji qadê dûr ketin. Dagirkeran gelek windahî dan lê hijmara wan zelal nebûye.”

HPG’ê eşkere kir dagirkerên ku saet 21:00’ê hewl dan ku li qadê bi cih bibin du caran bûne hedefa gerîla û di çalakiyê de dagirkerek hate kuştin û gelek dagirker birîndar bûn.

HPG’ê destnîşan kir ku sibeha 24’ê Nîsanê dagirkerên ku dîsa xwestin bi pêş ve bên, gerîla bi çalakiyên sabotajê li wan dan û artêşa dagirker a Tirk windahiyên mezin dan.

HPG’ê diyar kir 23’yê Nîsanê di saetên şevê de artêşa Tirk a dagirker li Kinyaniş, Boxaza Nêrwe, Qela Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr ên Zapê dest bi operasyonekê kirin û hat gotin ev operasyon hê jî didome.

Back to top button