Li Reqayê peyman bi cotkaran re hatin îmzekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya ji bo cotkaran didomîne.
Saziya Pirkirina Tovan a Reqayê ji bo bidestxistina tovên baş, 800 peyman bi cotkarên genim re îmze kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Şêwirê ya Giştî ya Komîteya Çandinî û Avdanê Eymen El Sultan derbarê vê yekê axivî.

Eymen El Sultan got:

“Bi destpêkirina mewsima 2023-2024’an re, deriyê ruxsetan ji bo mewsima zivistanê vebû.

Ew jî ji 15’ê Cotmehê heta 31’ê Kanûnê ye.”

El Sultan eşkre kir ku ji bo avdana her donimeke genim ku bi rêya bîran tên avdan, 20 lître mazot hate diyarkirin.

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a Reqayê Salih Bozan jî got:

“Ji destpêka Cotmehê ve, me dest bi wergirtina daxwaznameyên peymanên pirkirina tovan ji cotkaran kir.

Me hezar û 400 peyman wergirtine.”

Li gor saziyê, 800 peyman bi rûbera 25 donim hatin veqetandin.

Ji bo peymankaran jî 2 vebijêrk hene; heke bi deyn heta çinînê be, 530 dolar e û heke pêşîn be jî 430 dolar e.

Back to top button