Serokê parlamana Lîbyayê: Wê bi riya şer çareseriyeke giştî çênebe

Serokê parlamana Lîbyayê di axftineke xwe bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov re, got ku wê bi riya şer çareseriyeke giştî li Lîbyayê çênebe. Têkildarî şandina dewleta Tirk a çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve, Wezîrên Derve yên Misir û Fransayê hişyarî da.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, bi riya telîfonê bi serokê parlamana Lîbî Eqîle Salih re têkildarî rewşa dawî ya Lîbyayê axivî.

Herdu aliyan teqez kirin ku rêbazên leşkerî wê ti çareseriyekê ji aloziya Lîbyayê re çêneke û banga diyalogê li hemû aliyên siyasî yên Lîbî kirin.

Têkildarî şandina çeteyên Sûrî ber lîbyayê ve, Misir û Fransa hişyarî da

Li aliyeke din jî, Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bi riya telîfonê têkildarî rewşa Lîbyayê axivîn.

Herdu aliyan li ser piştgiriya dewleta Tirk ji hikûmeta Wîfqê re û şandina çeteyên Sûrî ber Lîbyayê ve, hişyarî da.

Back to top button