Artêşa Niştimanî: Zêdeyî 40 ji çekdarên hikûmeta Wîfaqê hatin kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê operasyonên xwe li dijî çekdarên hikûmeta Wîfaqê û çeteyên Sûrî ku piştigirya xwe ji dewleta Tirk digirin, didomîne.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku di gelek kemînên wan de li başûrê Terablusa paytext zêdeyî 40 ji çekdarên girêdayî hikûmeta Wîfaqê hatin kuştin.

Her wiha hejmarek ji çeteyên Sûrî hatin girtin, tevî teqandina gelek alavên leşkerî li gelek eniyan.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî, hejmara çeteyên Sûrî ku li Lîbyayê hatine kuştin, bû 318, ji wan 18 zarok in ku temenê wan kêmî 18 salan e.

Back to top button