Di her milî de li gorî rewşa awarte amadekarî tên kirin.
Ciwanên Dêrik û Tebqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê û di çarçoveya şer gelê şoreşgerî de perwerdeyên leşkerî û TenduristIyê vekirine.
Ciwanên Dêrikê ji bo xweparstina ji êrişên Tirkiyê, dest bi perwerdeya leşkerî kirine.
Di vê perwerdeyê de 15 ciwan û jinên ciwan cih digirin.
Perwerde jî di çarçoveya amadekariyên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de, hatiye destpêkirin.
Ciwanên Tebqayê perwerdeyeke tenduristiyê vekirin
Li Tebqayê jî bi heman rengî amadekarî tên kirin.
Li wir jî perwerdeya tenduristiyê ji bo gel hatine destpêkirin.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan tev lî perwerdeyê bûne.
Armanc jê ew e tevahî gel û ciwan di aliyê tendirustî de, dema rewşeke awarte çêbû karbin alîkariyê bikin.



