MEZLÛM EBDÎ: WÊ HÊZÊN ME ROLEKE BINGEHÎN DI SÛRIYÊ DE BILÎZIN

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku, ji bo siberoja herêmê, ew hêzên xwe jinûve birêxistin dikin.. Ebdî teqez kir ku, tekane riya wan a çareseriyê diyalog e.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî siberoja herêmê û rola hêzên wan bersiv da pirsên Rojnameya Şerq El-Ewset..

Mzalûm Ebdî diyar kir ku piştî têkbirina DAIŞ’ê herêm derbasî qonaxeke nû dibe û pêwîstî bi jinûve rêxistinkirina hêzên wan heye..

Ebdî destnîşan kir ku, ew hêzên xwe bi riya avakirina meclisan jinûve dizayin dikin da ku bikaribin parstina sînorê xwe bikin û rola xwe di aloziya Sûriyê bi giştî de bilîzin.

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê MEZLÛM EBDÎ:
JI BO ÇARESERIYÊ EM DIKARIN BI RÊJÎM Û DEWLETA TIRK RE JÎ BIDIN Û BISTÎNIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê teqez kir ku ew şer li herêmê naxwazin, lê belê ew çareseriyeke siyasî bi riya dîyalogê dixwazin..

Li ser danûstandinên bi aliyên din re jî wiha got,

Em amade ne çareseriya siyasî bi her alî re pêk bînin.

Çi Rêjîm, çi Dewleta Tirk çi jî aliyekî din be..

Tekane riya me ya çareseriyê diyalog e.

Leave a Reply

Back to top button