Li dijî hewldanên têlkirina dora Mexmûrê konê çalakiyê hat vedan

Li Mexmûrê metirsiya dorpêçkirina wargehê ya ji aliyê hêzên Iraqê ve dewam dike. Ji bo ku hewldanek bi vî rengî carek din bisernekeve xelkê Mexmûrê konê çalakiyê vedan. Li cihê çalakiyê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku hewldana têlkirinê reşkirina xelkê wargehê ye û ew ê destûrê nedin nêzikatiyekî wiha.

Di 27’ê Kanuna 2021’an hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin wargehê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Lê ev hewldan bi berxwedana gelê Mexmûrê hate têkbirin.

Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê paş de vekişiyan.

Lê hîn hewldanên têlkirina wargehê dewam dike.

Ji bo ev armanca dorpêçkirina wargehê pêkneyê, xelkê wargehê konê çalakiyê vedan.

Piştî ku kon hate vedan bi dehan şêniyên wargehê li ber derê kon kombûn.

Li cihê çalakiyê ji aliyê Endamê Komîteya Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Seîd Çomlek daxuyaniyek hate dayîn.

Seîd Çomlek: Bi têlkirina wargehê dixwazin gelê wargehê weke civakekî xeter nîşan bidin

Çomlek dest pê kê qala hewldana têlkirina derdora wargehê kir û got, ev demeke wargeh bi pirsgirêkek sûnî re rû bi rûye

Çomlek anî ziman bi hewldana têl kirina wargehê tê xwestin gelê wargehê bê reşkirin û wekî civakekî xeter were nîşandan.

Çomlek hevdîtinên wan yên diplomatîk ên bi rayêdarên Iraqî re bi bîr xist û da zanîn, di hevdîtinên wan de mijara têlkirina wargehê nebû û tucar jî nebûye mijara niqaşê.

Çomlek di dawî de eşkere kir wê ji niha û şûn ve çalakiyên wan dewam bikin û ew ê ti caran destûra vê yekê nedin.

Li dijî hewldanên têlkirina dora Mexmûrê konê çalakiyê hat vedan

Piştî axaftina Seîd Çomlek, endamê dîwana Meclîsa Gel a wargehê Elî Urek jî axivî û got, armanca çalakiya wan pêşîgirtina têlkirina wargehê ye.

Şeniyê bi navê Nusret Şirnexî jî da zanîn ku ew ê wek gelê Kurd li hemberî van êrîş û nêzîkatiyan ti caran bêdeng nemînin û liberxwe bidin.

Back to top button