Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka

Çalakiya Malbatên Şehîdan a li deriyê Sêmalkayê di roja 89’an de, didome. Kesên ku îro beşdarî çalakiyê careke din bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîdan radest bike.

Çalakiya dayik û malbatên şehîdan a li dergehên Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ên ku li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûn, 3 meh in dewam dike.

Tevî ku rojane bang li PDK’ê tê kirin ku cenazeyên Şehîdan radestî malbatên wan bike, lê PDK’ê hemû bangan paş guh dike.

Her roj jî çalakî bi beşdarbûna welatiyan didome.

Îro endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê beşdarî çalakiyê bûn û banga radestkirina cenazeyên şehîdan kirin.

Pişt re endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Silava El Refayî li pêşiya kon, daxuyaniyek da.

Silava El Refayî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku girtina deriyên sînor dê wan ji têkoşînê ji dûr nexe û çalakî dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidome..

Back to top button