Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata dostê gelê Kurd Dr. David Graeber ê ji DYA`yê sersaxî xwest.
Di peyama sersaxiyê ya Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin;
Dr. David Graeber gelek caran serdana Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû û tecrubeya demokratîk û biratiya gelan şopandibû.
David Graeber, fîlozof, zanyarekî antropolojiyê û çalakgerekî Amerîkî bû.
Hevalê wî Maurice Bloch ”Morîs Pilox” digot ku li ser asta cîhanê ew baştirîn şîrovekarê antropolojiyê ye û xwedî gelek berheman e ku pirtûkxaneya cîhanê û fikrê mirovahiyê dewlemend kir.
Em jî wek Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê xwe û gelê xwe sersaxiyê ji mirovahiyê, malbat û gelê DYA`yê re dixwazin.
Dr. David Graeber 2’ê Îlona 2020’an, li bajarê Venes yê Îtalyayê wefat kir.