TEV-DEM’ê: Hikûmeta Şamê li dijî şêniyên Efrînê bi Tirkiyê re hevkar e

TEV-DEM, diyar kir ku hikûmeta Şamê li dijî şêniyên Efrînê bi dewleta Tirk re hevkar e. 

Tevgera Civaka Demokratîk /TEV-DEM’ê di salvegera 3. a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê de, destnîşan kir ku di encama lihevkirinên navnetewî de, Efrînê bi êrîşan rû bi rû ma, hat dagirkirin û xaka Sûriyê hat perçekirin.

TEV-DEM’ê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên 3 salan û got:

“Sûcên Tirkiyê destpêka proje û planên Mîsa Mellî ye.

“Şêniyên Efrînê neçar kirin ku di nava du bobelatan de bijîn, di hundirê Efrînê de hewldana qirkirina komî û nijadî pêk tê.

Li kampên Şehbayê jî, Efrînî di nava agirê topbarana dewleta Tirk û siyaseta dorpêçkirinê ya hikumeta Şamê de mane”.

TEV-DEM’ê berdewamkirina sûcên hikumet û dewleta Tirk, bi bêdengiya navnetewî girêda û da zanîn ku bêdengî berpirsyariya qanûnî û mafnasî ya avakirina sîstemeke civakî navneteweyî kêm dike.

TEV-DEM’ê bang li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirov û jinan kir ku têkildarî sûcên derexlaqî û dermirovî helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button