HRE: Di 3 salên dagirkeriyê de zêdeyî 900 dagirkerî hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê teqez kir, îsal ew ê berxwedanê xurt bikin û bersivên pir giran bidin mêtînegerên ku axa wan dagir kiriye. Hêzên Rizgariyê da zanîn ku di berxwedana sê salan de wan 400 çalakî pêk anîn û zêdeyî 900 dagirker hatine kuştin..

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di salvegera 3. a êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê daxuyaniyek da û teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin û berisvên giran bidin dagirkeran.

HRE’ê diyar kir ku Efrînî li hemberî faşizm û hovîtiya dewleta Tirk, bi seknek bi rûmet têkoşînê dikin, li beramberî teslîmgirtinê li ber xwe didin, li kampan jî bi rihê Berwedana Serdemê tev digerin.

Hêzên Rizgariyê teqez kir ku ew ê îsal hîn bêhtir berxwedanê xurt bikin û bersivên pir giran bidin mêtîngerên ku axa wan dagir kiriye.

HRE di 3 salên dagirkeriyê de zêdeyî 400 çalakî li dijî dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê pêk anîne.

Di van çalakiyan de, zêdeyî 900 dagiker hatine kuştin û bi qasî wan jî birîndar bûne.

HRE’ê ragihand ku hêzên wan di her 3 salan de, zêdeyî 400 çalakiyan li dijî dagirkeran pêk anîn û zêdeyî 900 dagirkerî kuştine û gelek birîndar kirine.

Her wekî bi dehan erebe û cebilxaneyên wan jî hatin rûxandin û desteserkirin.

HRE: Em ê çalakiyên xwe girantir bikin û Efrîn rizgar bikin

Hêzên Rizgariyê, soz da Efrîniyan ku ew ê wan ji nav hovîtî û zilma Dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin û ev bang li wan kir:

Divê her kes bi kîn, vîn û bi baweriyek mezin li beramberî hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên wê dengê xwe bilind bike û têkoşînê xurt bike.

Di heman demê de, em bang li ciwanên xwe dikin ku werin tev li nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bibin.

Back to top button