NY Jan Kubich weke nûnerekî taybet bo Lîbya erkdar kir

Îro NY’yê dîplomasiyê Slovakî yê bi navê Jan Kubich ji bo nûnerê taybet a NY’yê li Lîbyayê û serokê nûnertiyê, erkdar kir. 

Nivîsgeha çapemeniyê ya taybet bi NY’yê daxuyaniyek da, tê de hate gotin ku sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres, îro dîplomatê slovakî, yê bi navê Jan Kubich ji bo nûnerê Lîbya û serokê nûnertiya NY’yê ya piştevaniya Lîbyayê erkdar kir.

Konseya Ewlekariyê, îna borî, li ser erkdarkirina nûnerê NY’yê yê li Lûbanê yê slovakî, Jan Kubich, ji bo nûnerê nû li Lîbyayê erê kiribû.

Kubich, li şûna bulgariyê bi navê Nikolai Mladenov ê ku di dawiya Kanûna borî de lêborîna xwe ji bo sedemên malbatî xwestiye, hat erkdarkirin.

Back to top button