Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê di salvegera şehadeta şehîd Hozan Serhat de bi daxuyaniyekê ew bi rêzdarî bi bîr anî û got:”Çi dibe bila bibe em ê xeyalên wî pêk bînin û soz didin ku têkoşîna me wê li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna wî re mezin bibe.”
Di salvegera şehadeta Hozan Serhat de Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê bi daxuyaniyekê ew bi bîr anî.
Komîteyê diyar kir ku ew di serdemeke têkoşînê de ya ku di dîrokê de mînakên wê kêm in re derbas dibin û got:
“Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di hemû aliyan de pêşketiye û pêş dikeve.
Qada çand û hunerê bi saya şehîdên pêşeng ên ku bi qehremanî li ber xwe dan û huner xurt kirin, gihîştiye van rojan.”
Komîteyê anî ziman ku Şehîd Serhat di pêşketin, kûrbûn û rêxistinbûna çalakiyên çandî yên gelê Kurd de roleke girîng lîst û wiha got:
Bîranîna wî mîna ronahiyeke bêdawî rêya me her tim ronî dike û yek ji çavkaniya me ya sereke ya îlham û perspektîfê ye.
Şehîd Serhat hem bi xweparastinê hem jî bi hunera xwe têkoşîna şoreşgerî li dijî faşîzmê meşand.
Li ser milekî wî tembûra ku çanda xwe diparast û li ser milê din jî çeka ku gelê xwe ji qirkirinê diparast hebû.
Komîteyê bibîrxist Şehîd Serhat bi xebatên xwe yên li Bakurê Kurdistan û Ewropayê bû yek ji pêşengên ku li kampa Etrûş û Başûrê Kurdistanê hêmanên bingehîn ên xebatên çand û hunerî danî.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê destnîşan kir ku şehîd Serhat bi deng û hunera xwe bû hunermendê nemir ê gelê Kurd û got:
“Çi dibe bila bibe em ê xeyalên wî pêk bînin û soz didin ku têkoşîna me wê li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna wî re mezin bibe.”