Komîteya Çand û Hûnerê ya KCK’ê Hozan Serhad bibîr anî

Komîteya Çand û Hûnerê ya KCK’ê ya Başûr bi daxuyaniyekî Ş.Hozan Serhad bibîranî.
KCK diyar kir Hozan Serhad şoreşger û afirîner bû ku dewamî li pey şopa heqîqetê bû.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bibîrxist Hozan Serhad hîn di temenê zaroktiyê de cîhana muzîk, stran û awazan nas kir û got;

“Lê piştî bi metirsiyên li ser muzîk, çand û hûnera Kurdî hesiya û şûnde, ew cudahî ferq kir û tim digot ‘me çavkaniyek xurt heye, erkê hûnermendane ku rûmeta xwe biparêzin û di heman demê de ji bo wê têbikoşin.”

Bi domdarî KCK’ê îşaret bi nêzîkatiya Hozan Serhad ya ji êş, azar û zehmetiyên gelê Kurd re kir û wiha got;

“Hozan Serhad di çarçoveya vê zanebûnê de ket rê. Wî êş û azarên gelê Kurd bi awayek zelal dîtin.

Herwiha baş dizanî ku bi çi rê û rêbazan êş û birîna gelê xwe bipêçe.

Wî bi awayek baş û serkeftî xwe bi fikrên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re kiribû yek.”

Komîteya Çand û Hûnerê ya KCK’ê di dawiyê de di kesayeta hozonê nemîr Serhed de hemû hûnermendên din yên şehîd bibîr anîn.

Back to top button