Li Bexda û Besrayê operasyona desteserkirina çekan ji welatiyan dest pê kir

Li paytexta Iraq Bexda û parêzgeha Besrayê operasyoneke leşkerî ji bo desteserkirina çekan ji hemwelatiyan dest pê kir.

Fermandarê Operasyonên Besrayê Ekrem Midnif da xuaykirin ku bi armanca ewlekirina herêmê, wan dest bi operasyonê kiriye.

Ekrem diyar kir ku ev operasyon wê 5 rojan bidome û da zanîn ku ew ji bilî çekên sivik li gel sivîlan nahêlin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê jî ragihand ku li Bexdayê operasyona venêrandina devera Hiseyniyê El-Meamil û destdeserkirina çekan, dest pê kir.

Şaneyê destnîşan kir ku li devera Hiseyniyê ya rojhilatê Bexdayê gelek kes bi çekên navîn û sivik jiyana xwe ji dest dabû.

Ev operasyon piştî ku rûdana bûyerên rêzekuştin û têkçûna ewlehiya herêmê, tên.

Back to top button