Gêlo Îsa: PDK bi bêdengiya xwe alîkariyê dide Tirkiyê

Berpirsên partiyên Kurd yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên Tiriyê rexne kirin.
Berpirsên partiyanb diyar kir ku PDK bi bêdengiya xwe alîkariyê dide dagirkeriya dewleta ya Tirk li herêmê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dikin.

Dewleta Tirk bi van êrîşan armanc dike ku dagirkeriya xwe ya li başûr berfirehtir bike.

Li gel berdewamiya êrîşan, PDK ti helwestê nîşan dane û bi serde jî hevkariyê bi dijminên Kurdan re didomîne.

Hikumeta Iraqê jî heman rengî helwesteke cidî nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nade.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd-Sûriye Gêlo Îsa diyar kir ku bêdengiya PDK’ê şermeke, divê nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk.

Gêlo Îsa balkişand li ser berjewendiyên aborî yên PDK’ê bi Tirkiyê re û anî ziman ku divê PDK sûcên li dijî xaka xwe red bike yan jî gilînamyekê radestî NY bike.

Gêlo Îsa destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk parçekirina herêmên Kurdan e û dewleta Tirk kirinên DAIŞ’ê dewam dike, divê hêzên neteweyî li hemberî êrîşan bisekinin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê bang li gel û hikumeta Başûr kir ku piştgiriya biryarên xwe yên Kurd ên li Heftenînê bikin û li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.

Nesra Derwîş: Tirkiye senaryoya sûcên DAIŞ’ê dubare dike

Endama Komîteya Perwerdê ya Meclisa PYD’ê Nesra Derwîş jî destnîşan kir dewleta Tirk dixwaze senaryoya sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şenglê dubare bike.

Mihemed Hisên: Divê hikumeta Iraq û PDK êrîşên Tirkiyê bisekinînin

Her wiha Berpirsê Partiya Kesk a Kurdistanê Mihemed Hisên jî daxuyakirina ku bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê tê wateya ku şirîkên êrîşan e.

Hisên bang li hikumeta Başûr kir ku li hemberî artêşa Tirk serî hildin û êrîşên wê rawestînin..

Back to top button