​​​​​​​Welatiyê ji êrişa Tirkiyeyê filitiye: Li cihê êrişê gelek welatî hebûn

DI êrişî 18′ê

Di 18′ê Çileyê de balafireke bêmirov Rawestgeha Arî ya li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombebaran kir.
Di encamê de 3 welatî şehîd bûn, û yek jî birîndar bû.
Mihemed Ehmed Salim di êrişê de birîndar bû.
Piştî 3 hefteyan li ser birîndariya xwe detayên roja êrişê wiha vedibêje.

Dema ku bi motorsklêta xwe ji navçeya Çilaxa diçû gundê Girê Mergê li ber rawestgeha arî birîndar dibe.

Ehmed ku hîna jî ji ber birîndariyê êşê dikişîne, detayên “wê roja bi êş” vegotin:

“Piştî karê min li navçeya Çilaxa bi dawî bû, ez vedigeriyam malê.

Dema ku gihîştim nêzî rawestgeha Arî, ez birîndar bûn.

Min nizanî çi qewimî, tenê min zanîbû ku Heyva Sor ez rakirime nexweşxaneyê.”

Ehmed Salim diyar kir ku di dema êrişê de, cihê hatî hedefgirtin bi welatiyan dagirtî bû û gelek kes birîndar bûne.

Back to top button