Dagirkeriya Tirkiyê gundê Ziyaretê yê Şêrawa topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê bakur û rojhlatê sûriyê didomin.
Gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa û Til El-Leben ê rojavayê Til Temir hatin topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya navçeya Şêrawa topbaran kir.

Heman demê, droneke xwekujî ya dewleta Tirk gundê Zîwanê yê kantona Şehbayê bombebaran kir.

Di encama topbarana li ser gund, ziranên madî çêbûn.

Ji saetên sibehê ve balafirên keşfê li ser asîmê herêmê digerin.

Back to top button