Ji Çînê bo Amerîka ceza

Çîn, nikare hêrsa xwe ya li hemberî serdana Seroka Taywanê ya Amerîka veşêre.
Rêveberiya Pekînê ragihand ku wan ceza li kesên ku hevdîtina navbera Seroka Taywan û Serokê Meclisa Nûneran a Amerîka çêkirî de ferz kirine.

Rêveberiya Çînê, bi baldarî tevgera Taywan ya li nava welat û derve dişopîne.

Serdana Seroka Taywanê Tsai Ing-wen ya bo Amerîka jî yek van xalên sereke yên şopandinê bû.

Beriya serdan pêk were, rêveberiya Pekîn, Taywan hişyar kir.

Lê tevî vê yekê jî Tsai Ing-wen bi Serokê meclisa Nûneran a Amerîka Kevin McCarthy re cviya.

Tevî tevgera keştiya balafirên şer ya Çînê li nêzî Taywanê, ceza jî hatin ferzkirin.

Pirtûkxaneya Tonald Reagan ya mazûvaniya civînê kir û Enstîtuya Hudson ya Seroka Taywanê xelat kirî di hedefa cezayên Çînê de bû.

Çînê ragihand ku ew ê sizayan li ser Balyozê Taywanê yê li Amerîkayê Hsiao Bi-khim bisepînin.

Di çarçoveya cezayên ku li ser kesên hatîn sepandin de, tê armanckirin ku kes û malbatên wan nikarin derbasî axa Çînê, Hong Kong û Macau bibin.

Her wiha li gorî biryarê ji bo berhem û şîrketên Çînî jî qedexe ye ku bi şîrketên kesên hatine cezakirin re hevkariyê bikin.

Tevî gefên Çînê vê hefteyê, Seroka Taywanê Tsai Ing-wen roja Çarşemê li Kalîforniyayê bi Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkî Kevin McCarthy re civiya.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi di Tebaxa borî de tevî îtîraz û gefên Çînê bi serdaneke fermî çûbû Taywanê.

Pelosi di 25 salan de bû berpirsa payebilind ê Amerîkî ku serdana Taywanê kiriye.

Taywan ji hêla Pekînê ve wekî beşek ji axa Çînê tê hesibandin.

Lê Taywan ya nifûsa xwe 23 mîlyon e, xwe wekî pêkhateyek serbixwe dibîne.

Heta niha tenê 14 dewlet serxwebûna Taywanê nas kirine.

Tevî Amerîka û Ewropa Taywanê weke serbixwe nas nakin jî lê di warê bazirganiyê de têkliyek xwe ya xurt pêre heye.

Back to top button