Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 15. de li kampa Holê dewam kir

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 15’an de dewam kir.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 15’an de dewam kir.

Duh bi şev, dema hêzên Asayişê bi desteka QSD’ê di nava lêgerîna taybet a Kampê de bûn, şaneyên Çeteyên Daiş’ê êriş kirin..

Di bersivdana hêzên operasyonê de, çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû û hewl dabû bireve, hat kuştin û 4 çete hatin girtin.

Di navbera hêzên operasyonê û şaneyên DAIŞ’ê de şer derket

Hêzên Asayişê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Duh bi şev saet di 01:00’an de, hêzên me û şervanên QSD’ê li beşa 5’an a kampa Holê operasyoneke taybet li dar xistin.

Di vê tevgerê de, di navbera hêzên me û çeteyan de ku hewl didan birevin, pevçûn derket.

Li vir, çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl dida bireve, hat kuştin û di heman demê de 2 jê jin, 4 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.

Bi van çeteyan re 2 çekên AK-47 û rextek hebû.”

QSD: 2 Şervanên me yên di pêngavê de birîndar bûbûn şehîd bûn

Her wiha Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî derbarê pevçûna duh de ku şervanên wan jî di çarçoveya destekdana ji bo Hêzên Asayişê cih digrin, daxuyaniyek da..

QSD’ê eşkere kir ku di şerê li dijî şaneyeke çekdar a DAIŞ`ê de li kampa Holê ku cilên jinan li xwe kiribûn, 2 şervanên wan ku bi giranî birîndar bûbûn, şehîd bûn.

QSD’ê careke din diyar kir ku ew ê desteka pêwîst ji bo Hêzên Asayişê berdewam bike heta ku armancên pêngavê pêk werin û niştecihên kampê ji bela û terora endamên şaneyên DAIŞ`ê xilas bibin.

Hêzên Asayîşê: 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û çeteyek hat kuştin

Derbarê encama roja 15’an de jî hêzên Asayişê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin, 8 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.

“2 rextên teqemeniyê,

3 çekên AK-47 û 10 jarjor,

çekeke RPG-7 û roketên wê,

12 bombên destan,

25 guleyên demançeyan,

jarjorên demançeyên Glok,

amûra bêdengkirina çekan,

komputer, çend telefon û xetên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin hatin dîtin û desteserkirin.”

Back to top button