Wezareta Pêşmerge: Tirkiye û Îran derbasî xaka Başûr bûne û baregehan ava dikin

Ji 15’ê Hezîranê ve, dewleta tirk a dagirker û piştî wê jî rejîma Îranê dest bi dagirkirina xaka başûrê kurdistanê kirine.

Tevî helwesta tund ya welatên Ereb li dijî dagirkeriyê jî, lê hikumeta herêmê bi zimaneke nerm nêzî bûyerê dibe.

Herî dawî wezareta Pêşmergeyan jî ragihand ku dewleta tirk û rejîma Îranê derbasî xaka başûrê kurdistanê dibin û baregehan ava dikin.

HPG’ê jî ragihand ku di çalakiyên gerîla yên parastina xaka başûr û derxistina dagirkeran ji xaka kurdistanê de, 10 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

 

Ev 14 rojin li ser xaka başûrê kurdistanê êrîşên dagirkeriyê zêde bûne.

Ji aliyekê dewleta tirk a dagirker û li aliyê din jî rejîma Îranê.

Piştî bêdengiyek dirêj wezareta Pêşmerge li wê yekê mikur hat ku dewleta tirk bi 20 heta 40 kîlometreyan û rejîma Îranê jî 10 kîlometre xaka başûrê kurdistanê dagir kirine.

Wezaretê diyar kir ku liv û tevgerên wan welatan li dijî qanûnên navneteweyî ne û derbarê binpêkirinan de hikûmeta Iraqê agahdar kirine.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ev yek di kanaleke televîzyonê a PDK’ê de, eşkere kir.

Tevî hemû nîşaneyên diyar yên dagirkirinê û metirsiya li ser xaka başûrê kurdistanê heta niha ti helwestek berbiçav ji aliyê hikûmeta başûrê Kurdistanê ve nehatiye nîşandan.

Lê bê ku gerîlayên azadiyê li benda helwestekê bimînin, li dijî dagirkeran berxwedaneke mezin nîşan didin.

HPG: Li Çelê û Heftenînê 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“25’ê Hezîranê di navbera gerîla û dagirkerên ku hewl didan li qada Şeşdara bi pêş ve biçin, serê sibehê şerekî dijwar qewimî û heta êvarê dewam kir.
Li dijî dagirkerên ku bombebaraneke giran li herêmê dikirin, gerîlayan bi lehengî li ber xwe dan.
Di encama şerê li herêmê rûdayî de, 7 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir ku gerîla Esmer Devrîm, Sema Kato, Arîn Engîzek, Bêrîvan Cûdî û Ararat Serhed ku di bin fermandariya hevrê Esmer Devrîm de heta fîşeka dawî şer kirin, tevlî karwanê şehîdan bûn.

26’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Şehîd Cûdî bi pêş ve biçin, gerîlayên YJA Starê çalakiyeke sabotajê kirin û leşkerek hat kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de;

24’ê Hezîranê gerîlayên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rêber yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.

Di encamê de, kepçeyek hat teqandin, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

HPG’ê ragihand di dema oparasyona dagirkeriya dewleta tirk ya 31’ê Gulanê li herêma Çelê ya Colemêrgê gerîla Brûsk, Harûn û Kawa heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Back to top button