QSD: 2 Çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê hatin girtin

Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê îro di roja 3’an de dewam dike. QSD’ê ragihand ku 2 çeteyên terorîst girtine.

QSD’ê derbarê mijarê de daxuyanî da diyar kir ku li Reqayê di çarçoveya pêngavê de bi ser cihên çeteyan de hate girtin.

Her wiha eşkere kir ku di encama operasyonê de çete Ehmed Îd El Ebid û çete Kasir Îdan El Ebid ku sala 2016’an tevli DAIŞ’ê bûne hatin girtin.

QSD’ê da zanîn van çeteyan êrişên terorîst pêk dianîn û çeteyên ku beşdarî êrişa li dijî navneda Hêzên Asayîşê ya li taxa Diriyê bûne, vedişartin.

Û li xwe mikur hatin ku wan hewla xelaskirin û veşartina çeteyên DAIŞ′ê ku di êrişa li dijî taxa Diriyê de birîndar bibûn, dikirin.

QSD’ê piştrast kir ku her du çete Ehmed û Kasir têkiliya wan bi waliyê wîlayeta Reqayê re yekser hebû.

Back to top button