Pirtûka ‘Dagirkirina Tarîtiyê’ dibe şano

Pirtûka nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ya bi nave “Dagirkirina Tarîtiyê” dibe lîstika şanoyê.

Lîstik, bi heman navî ji aliyê Mala Şanoyê ya Almanî ku li Almanyayê ye hatiye amadekirin.

Senaryoya lîstikê ji aliyê Keval Sidqî ve hatiye amadekirin; derhêneriya wê jî şanogerê Kurd Îhsan Osman dike.

Lîstika ku niha provayên wê tên domandin, wê di 17’yê Sibata 2023’an de bê pêşandan.

Piştî ku carekê bê pêşandan wê lîstik di mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de li cihên cuda jî were pêşandan.

Ji bo pêşandana şanoyê ji Rêveberiya Şanoya Bajarê Wiesbaden ê Almanyayê destur hatiye girtin.

Di lîstikê de şanogerên enternasyonal, 2 şanokarên Kurd û şanogereke Yûnanî û yek Alman jî heye.

Lîstik qedexekirina zimanê Kurdî û planên qirkirina çandî yên li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin vedibêje.

Back to top button