Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û gundên Eyn Îsa topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne.
Îro car din, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker gundên Bênê û Soxanekê yê Şêrawa topbaran kirin.
Gor agahiyan, dagirkeran zêdeyî 30 guleyên obîsê avêtine gundê Bênê.
Gundên Seyda û Xalidiyê û rêya M4 tên topbarankirin
Di seatên piştî nîvro de jî heman dagirker bi çekên giran gundên Seyda, Xalidiyê û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kirin