Di 2 êrîşan de, 8 polîsên Avganî û 10 talîbanî hatin kuştin

Di encama 2 êrîşên cuda de, 8 polîsên Avganî û 19 endamên Tevgera Talîbanê hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehî, îro artêşa Avganî êrîşek ber ser hêzên Tevgera Talîban yên li bakurê welêt.

Di encamê de 19 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Çavkaniyê diyar kir ku di çarçoveya şopandina şaneyeke Talîbanê de, ev êrîş pêk hat.

Polîsa herêma Belexê jî ragihand ku îro Talîbanê êrîşî rêbendeke kontrolê ya polîsên rêyên bilez li gundê Elam Xêl li bakurê Avganistanê kir.

Polîsê da zanîn ku ji 14 polîs li cihê bûyerî tenê 6 sax xelas bûne.

Tê gotin êrîş ji aliyê Tevgera Talîbanê ve pêk hatiye.

Di dema dawî de, asta tundiyê li Avgansitanê zêde bûye, li gorî raporeke NY jî ji Tîrmehê û heya niha, hezar û 174 kes hatin kuştine û 3 hezar 139 birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button