Ji bilî Heyva Sor a Kurd ti rêxistin alîkariyê pêşkêş nake

Hejmara koçberên li kampên Girê Spî û Waşokanî zêde dibe. Ji rêveberên Kampa Waşokanî Mistefa Ebdulrehman diyar kir ku hejmara koçberên li kampê gihaşt 6 hezarî. Li gel vê yekî ji bilî Heva Sor a Kurd ti sazî alîkariyê pêşkêş nake. Li kampa Girê Spî jî hêjmara koçberan gihaşt 4 hezarî.
22’yê Mijdarê Meclisa Kantona Girê Spî û Rêveberiya Sivîl a Reqayê ji bo koçberan kampa Girê Spî vekir.
Hejmara koçberên li kampê gihaştiye 4 hezarî.

Tevî hêjmara zêde ya koçberan, tenê Heyva Sor a Kurd alîkariyê dide.

Heyva Sor a Kurd 100 konên din jî vegirtin û niha hejmara konan gihaştiye 200’î.
81 malbat di 100 konan de ne û 100 konên din jî têne avakirin.

Heyva Sor herî dawî zêdetirî 150 parên xwarinê; battanî û sifinc li koçberan belav kirin.
Rêveberiya kampê jî niha binesaziya kampê ava dike.
Her wiha nan û mazotê jî bê pere didin koçberan.

Hevseroka kampa Girê Spî Fadiya Şerîf da xuyakirin ku ji bilî Heyva Sor a Kurd ti sazî û rêxistin alîkariyê nade koçberan.

JI RÊVEBERÊN KAMPA WAŞOKANÎ MISTEFA EBDULREHMAN:
HEJMARA KOÇBERAN GIHAŞT 6 HEZARÎ
Li kampa Waşokanî ya 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê jî hejmara koçberan zêde dibe.
Ji rêveberên kampê Mistefa Ebdulrehman ku tevli bernameya Îroj ya televizyona me bû û ragihand ku niha 96 malbat li konê pêşwaziyê ne.
Bi vê hejmarê, hejmara koçberan digêje 6 hezar koçberî.
Mistefa Ebdulrehman diyar kir ku ji ber nebûna derfetan ew nikarin ji van malbatan re konan vegirin.
Yek ji koçberên kampê Nisrîn Sîno jî bal kişand ser zehmetiyên ku dikşînin û xwest vegerin malên xwe.

Leave a Reply

Back to top button