Atîna pirsgirêka herêmên deryayî ya bi Enqereyê re dibe Laheyê

Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mitçotakis ragihand ku ew dixwazin nakokiya sînorên herêma deryayî yên bi Tirkiyê re, li Laheyê çareser bikin.

Serokwezîr Mitçotakis di hevpeyvînke xwe ya li gel kanala Skaï got: “Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêka sînordarkirina herêmên deryayî ye ku nakokiya me ya sereke bi Tirkiyê re ye.”

Mîtsotakis îşaret bi saziya darazê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku navenda wê li Laheyê ye kir û diyar kir ku divê pêşî lihevkirinek bi Enqereyê re bê kirin.

Serokwezîrê Yewnan xwest, “Dadgeha Navneteweyî vê doza ku bi dehan salan e li bendê ye êdî bibîne.”

Kiryakos Mitsçotakis ku piştî hilbijartinên 25’ê Hezîranê yên li Yewnanistanê cara duyemîn bû desthilatdar, destnîşan kir ku di vê mijarê de lihevkirina bi Enqereyê re ne karekî hêsan e.

Atîna û Enqere demeke dirêj e li ser herêmên aborî yên taybet ên giravên Yewnanistanê yên li nêzî peravên Tirkiyê yên li Derya Ege û sînordarkirina refa parzemînan li hev nakin.

Hevdîtinên “bi armanca keşfê” ên di navbera pisporên her du welatan de, 2000’î ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dest pê kiribûn, heta îro gelek caran hatine qutkirin û bê encam mane.

Back to top button