Bi boneya 10 Kanûnê Roja Mafê Mirovan ya Cîhanî îro li bajarê Reqayê bi sernavê “Azadî û mafên mirovan garantiyên parastina civaka exlaqî û polîtîk e′′panelek hat li darixistin.
Di panelê de mafê jin û zarokan hat niqaşkirin û hate gotin: li darxistina vê panelê bersiveke ji hêzên desthilatdar re ya ku nikare jinan bê îrade û hêz bihêle.
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di bin dirûşmeya “Azadî û mafên mirovan temînata parastina civaka exlaqî û polîtîk in” îro li Navenda Çandê ya Reqayê panêlek hat li darxistin.
Xebatên Panêlê ji aliyê Desteya Jin a Rêveberiya Xweser û Meclisa Giştî ya Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ve hat rêxistinkirin..
Panêl bi rasthatina Roja Mafên Mirovan pêk hat.
Gelek tevger û rêxistin beşdar bûn.
Panêl ji du rûniştinan pêk hat û di her rûniştinekê de 2 mijar hatin nîqaş kirin.
Di panelê de mijara mafê jin û zarokan hat nîqaşkirin
Ji wan mijaran girinagiya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî, mafê jinan, giringiya Parastina Mafên Jinan û Mafên zarokan” hat niqaşkirin.
Mijara “mafên jinan” ji aliyê endama Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan parêzer Aynûr Paşa ve hat şîrovekirin.
Xaliya El Kecwan: Tu hêz nikare îradeya jinan bişkîne
Berdekva Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya El Kecwan axaftina destpêkê ya panelê kir û got:
“Bi rêya vê panela hiqûqî em nameya xwe ya siyasî û mirovî dighînin tevahî rêxistinên mafên mirovan û Desteya Neteweyên Yekbûyî.
Em diyar dikin ku dem hatiye ku em ji gotin û dirûşman derbasî pratîkê bibin.
Em nameyeke zelal didin rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker ku dê nikaribin mafên gelê Sûriyê binpê bikin.”
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de ji çend xalên derketîn pêş jî wiha ne:
- Bi her awayî piştgiriya mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin.
- Avakirina komîteyek serbixwe ji bo belgekirina sûcên li dijî mirovan yên li Sûriyê têne kirin.
- Parastina mafên jin û zarokan ji her cure tundiyê.