Şandeyek hikumeta Brîtaniyayê serdana herêmê kir.
Şandeyê ji Rêveberiya Xweser jinek û 5 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên xwedî nasnameya Brîtanî ne wergirt.
Li ser banga Rêveberiya Xweser a wergirtina welatiyên xwe yên ji malbatên DAIŞ’ê, di nava heftiyekê de 2 welatan serdana herêmên Rêvberiya Xweser kirin û hemwelatiyên xwe birin.
Di rojên Pêncşem û Şemiyê de şandeyek hikumeta Brîtaniyayê serdana herêmê kir.
Şandeya Brîtanî bi serkêşiya konsolê giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Catherine Shaw û her du sekreterê Karûbarên siyasî li nivîsgeha Qraltiya Yekbuyî ya karûbarên Sûriyê li herêmê bû.
Şandeya Brîtaniyayê bi cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robel Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ′ê Lana Hisên civiya.
Çeteyên DAIŞ’ê ji êrişên dewleta Tirk sûdê digirin
Di civînê de, Robel Beho behsa êrişên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û zirarê wê kir û wiha got:
“Dewleta Tirk binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzarî dike armanc.
Ev êrişên rewşa mirovî xirab dikin û şêniyan ber bi koçberiyê ve dehf didin.
Her wiha çeteyên DAIŞ’ê jî ji van êrişan ji bo ku xwe jinûve birêxistin bikin sûdê digirin.”
Rêveberiya Xweser jinek û 5 zarokên DAIŞ’î radestî Brîtanyayê kirin
Robel Beho bang li civaka navnetweyî kir ku derbarê dosyaya DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan de erkên xwe bi cih bîne.
Sekreterê duyem ji bo Sûriyê Nicola Moss di civînê de li ser çareserkirina aloziya Sûriyê axivî û wiha got:
“Pêkanîna biryara NY ya 2254′an wek rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, mîsogerkirina ewlehî û aştiya mayînde ye.”
Piştre, Rêveberiya Xweser jinek û 5 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên xwedî nasnameyên brîtanî, radestî şandeyê kirin.
Beriya vê jî, şanedeyek Qirxizîstan serdana herêmê kir.
Şandeya Qirxizîstanê ji Rêveberiya Xweser 96 jin û zarokên DAIŞ’ê ên xwedî nasnameya Qirxizîstanî wergirt.