Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê gerîlayê HPG’ê şehîd Serhed Tolhildan, bi merasîmekê bibîranîn.
Nûnerên partiyan, TEV-DEM, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Amûdê û Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan û berdewamkirina têkoşînê dan.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Nihyet Seda bi nasnav Serhed Tolhildan di 26`ê Adara 2021`an de li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.



